Navçeya Tazeabad a girêdayî parêzgeha Kirmaşan bi erdhej pêla 4,5 û kûrahiya 8 kîlometir hejand.

Îro saet 03:40’ê serê sibehê erdhejek bi pêla 4,5 û kûrahiya 8 kîlometir navçeya Tazeabad a girêdayî parêzgeha Kirmaşan a ser bi Rojhilatê Kurdistanê hejand.
Erdhej li bajarên Ciwanrû, Gaware ya parêzgeha Kirmaşan û Helebce ya Herêma Kurdistanê hate hîskirin.
Rayedar li Kirmaşan diyar kirin ku di encama erdhejê de ti zererek çênebûye.