Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê piştî perwerdeya 5 mehan a wênesaziyê, pêşengehek wênesaziyê vekir.

Pêşengeh bi navê “Xetên Windayî”li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat vekirin. Di pêşengeha de ji 50 tabloyên bi destê 8 şêwekarên ku tevlî perwerdeya 5 mehan a şêwekariyê ya li navendê bibûn, hatin daliqandin.

Di merasîmê vekirina pêşengehê de Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mustefa Êto axivî, vekirina navendê li beşdaran pîroz kir û spasiya kesên ku di vekirina vê pêşengehê de destek dane kir.

Deriyê pêşangehê ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat vekirin. Beşdaran li hola pêşengehê geriyan.

Pêşengeh dê 3 rojan dewam bike.

ANHA