Li bajarê Kobanê serkeftina QSD‘ê û têkçûna DAIŞ‘ê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.
Bi beşdarbûna kesayetên siyasî, leşkerî, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê, serkeftina QSD‘ê û têkçûna DAIŞ‘ê şahiyekê li bajarê Kobanê hate pîrozkirin.
Şahî li Hola Newroz hate lidarxistin û bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş axivî û ev tişt anî ziman: “Berdêlê azadî û tinekirina DAIŞ pir giran e, me 11 hezar şehîd û 21 hezar birîndar dan. Gelek cejn û munasebet hene, lê tama serkeftina li dijî terorê cûda bû, ji ber ku serkeftina herî mezin bû.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî anî ziman ku ev serkeftin bingeha xwe ji keda şehîdan û hevgirtina gelên herêmê digire ku bi hemû rêbazan li eniyên pêş ên şer li ber xwe dan û serkeftin qezenc kirin.
Ebdî her wiha rola pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê hatin û şervanên enternasyonalîst di şerê li djiî çeteyan de destnîşan kir û got, “Bi keda hevpar DAIŞ tine bû.”
Mezlûm Ebdî her wiha anî ziman ku rêveberiya sivîl û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye bi Tirkiyê re diyalogan bike, bi şerê ku Tirkiyê ji Efrîn û hemû herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagir kirine derkeve dest ji gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berde.
Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî bang li hêzên niştimanî yên Sûriyê kir ku piştî têkçûna DAIŞ‘ê pêvajoya aştiyê destpê bikin û got, heger êrîş li dijî ewlehiya Sûriyê were kirin ew ê mafê parastina rewa pêk bînin.
Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner di şahiyê de amade bûn û ev wiha axivî: “Hûn in ên ku şerê terora ku tevahî cîhan tehdîd dikir, kirin. Dil û çavê me li tivinga we bû. Ji vî bajarê Kobanê têkçûna terorê dest pê kir, şerê li dijî terorê hîna bi dawî nebûye, em ê heta dawiyê bi we re bin heta ev alozî bi dawî bibe.”
Di şahiyê de hunermend Reşîd Sofî û Sefqan Orkêş stran gotin.
Şahî 3 saetan dewam kir, di dawiyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG û QSD‘ê xelat kirin.
ANHA




