Jineolojiyê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema karên gelekî girîng, sibe wê li Kobanê komxebatekê de bê nirxandin.
Jineolojiyê ku di mijara jinê û civakê de bûye sedema karên gelekî girîng, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her di rojevê de ye.
Jineolojî ku di mijarên exlaq, estetîk, tenduristî, perwerde, polîtîka, aborî û ekolojiyê de karên gelekî girîng kiriye, bala dinyayê dikişîne ser xwe.
Jineolojî li Zanîngeha Rojava niha beşek ji xwendinê ye.
Komîteya Jineolojiyê ku karên xwe li gelek qadan didomîne, sibe li Kobanê komxebatekê pêk tîne. Endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Raperîn Eldemîr ji ANF’ê re der barê komxebatê axivî û diyar kir, wan li herêma Firatê heta niha gelek mijar lêkolîn kirine û di encama vê lêkolînê de jî sibe komxebata xwe pêk tîne.
Raperîn Eldemîr destnîşan kir ku karên Jinolojiyê tenê karekî teorîk û akademîk nîne û got, “Karên me yên Jineolojiyê bi giranî li ser du hîman in. Ya destpêkê perwerdeya jineolojiyê ye, ya din jî lêkolînên sosyolojîk in. Ev lêkolîn herêm bi herêm tên kirin û di encamê de jî pirtûk û dokûman tên amadekirin.”