Li bajarê Kasîndî yê li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê di dema ayîna roja Yekşemê de êrîşî dêrekê hate kirin. Herî kêm 5 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê artêşê Anthony Mûalûshay ji çapemeniyê re axivî û diyar kir dibe ku li pişt êrîê ADF a nêzî DAÎŞ’ê hebe.

ADF’ê piştî ku di sala 2014’an de diyar kiribû ew ê li gorî DAÎŞ’ê tevbigere, heta niha girtiye ser bi dehan gundan û bi sedan kes kuştiye.