Êriş dawiya hefteyê hatin kirin. Serokê Civaka Sivîl a Mamoveyê Kinos Kathuho ku ser bi Benî ye û li navbera eyaletên Nord-Kivu û I’Ituri ye, êvara Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku zêdeyî 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên cuda hînê bîlanço eşkere nekiriye.
Kathuho diyar kir ku Hêzên Tifaqa Demokratîk şeva În-Şemiyê êrişî gundê Mambumembumê kirin û got, “Heta niha bîlanço heye ku 27 kes mirine, gelek xanî û motorsîklet hatine şewitandin û gelek kes jî winda ne.”
Hate ragihandin ku du komên êrişkar ên cuda ketine du gundên cîran û herî kêm 5 kesên din kuştine.
Kathuho diyar kir ku şêniyên herêmê neçar mane cih û warê xwe biterikînin.
Rayedarên xwecihî jî diyar kirin ku li Eringeti ya bi 30 kîlometreyî dûrî herdu gundan e, 3 sivîl hatine kuştin û Hêzên Tifaqê sûcdar kirin.
Li rojhilatê Komara Kongo ya Demokmratîk ji meha Gulanê ve rewşa awarte heye. Li herdu eyaletên Nord-Kivu û I’Ituri 25 sal in şerê çekdarî diqewime. Di nava rêxistinên çekdar de Hêzên Tifaqa Demokratîk jî hene.
Hêzên Tifaqa Demokratîk sala 1995’an li dijî Serokdewletê Ûgandayê weke rêxistineke çekdar a ku tevgerên muxalefetê li hev kom kir, ava bû. Rêxistin ji hingî ve derbasî Komara Kongo ya Demokratîk bûye.