Nêzî 100 kesên nûnerên van 32 komên bi çek, leşker, polîs, nûnerên civaka sivîl, parlemenerên netewî û herêmî jî di nav de, di dîroka 18-20’ê Kanûnê de li Mûrhesa ya nêzî paytexta Sûd-Kîvû Bûkavûyê civiyan.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku hemû komên bi çek ên li Mûrhesayê amade bûn ji 23’yê Kanûnê û vir ve peymana agirbestê ragihandine.

Civîn ji aliyê konsorvîsyoneke ku ji pêkhateyên civaka sivîl a xwecihî pêk tê ve hate organîzekirin. Rêxistina Emerîkî Search for Common Groûnd a li gelek deverên cihê ji bo bidawîkirina şer ketine nava lêgerînên çareseriyê jî destek da civînê.

Li Kongoyê di serî de Nord-Kîvû, Sûd-Kîvû û Îtûrî li herêma rojhilat 25 salin şerê giran lê dewam dike. Li gorî koma GEC ya zanîngeha New York ku li Kongoyê lêkolîn kir diyar kir ku li herêmê 130 komên bi çek ên xebatan dikin hene.