Li gorî kanên xwecih li rojhilatê welat milîtanên Tifaq Hêza Demokratîk (ADF) êrîş anîn. Li gorî daxuyaniyê li herêma Nord-Kîvû di sê êrîşên cuda de roja Sêşemê bi kêmanî 17 kes mirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin di êrîşa gundê Samboko de 15 leşker mirin, li sînorê Uganda jî 5 kes mirin.

Her wiha DAÎŞ’ê daxuyanî da, hate gotin li eynî herêmê di êrîşeke dî de ya bi ser cihê leşkerî de 3 leşker hatine kuştin.

Di navbeyna artêşa Komara Kongo ya Demokratîk û ADF’ê de bi salan e ku şer didome. Di van mehên dawî de di êrîşan de ku avêtine ser vê komê bi kêmanî 200 kes mirin.