Ji ber barana ku 4’ê Nîsanê destpê kir, li herêmên Bûshûshû û Nyamûkûbî yên Komara Kongo ya Demokratîk lehî rabû, hezaz qewimî. Bîlançoya vê karesatê giran dibe.

Hate ragihandin ku heta roja Yekşemê cenazeyên 400 kesî hatine dîtin.

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar dikin ku herî kêm 4 hezar û 300 kes jî winda ne. Lê belê rayedaran hîn ev agahî piştrast nekirine.