Berdevkê artêşa li Beniyê Antony Mûalûshayî da zanîn ku komek a “Maî Maî” êrîşê girtîgeha li navenda Kakwangûra ya li bajarê Bûtemboyê kirine. Maî Maî weke endamên koma “parastina cewherî” tê zanîn.

Êvara Şemiyê li gorî agahiyên destpêkê du polîs hatine kuştin. Mûalûshayî ragihand ku êrîşkarek jî miriye û muhîmmata li ser hatiye destwerdan kirin.

Çavkaniyên girtîgehê jî diyar kir ku ji 872 girtiyan tenê 49 girtî mane.

Barometreya Ewlekariya Kîvû ku çavdêrên wan li qadê hebûn, got ku ev êrîş bû sedem ku herî kêm du polîs bimirin û hemû girtî birevin û anî ziman ku ew guman ji ADF’ê dibin.

Hêzên Îtîfaka Demokratîk (ADF) ku weke çengê DAÎŞ’ê yê li Efrîka ya Navîn e, tê sûcdarkirin ku li Kongoyê bi hezaran sivîl qetil kirine û êrîşê Ûgandayê jî kirine.