Nerazîbunên li dijî biryara Amerîka ya li ser sê pêşeng û şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Murad Karayilan û Duran Kalkan her ku diçe zêde dibe. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê biryarê weke komployekê dibînin û banga çalakiyan dikin. Divê çarçoveyê de li Koyê çalakiyek li dijî biryara Amerîka hat li darxistin.
Di çalakiyê de ji bilî welatî, pêşmergeyên dêrîn û rewşenbîran, nûnerên Tevgera Goran, Nifşê Nû, Hizba Komunîst a Kurdistanê û Tevgera Azadî jî amade bûn.
Di çalakiyê de daxuyaniyek hevpar li ser navê çalakvanan hat xwendin û biryara Amerîka ya li ser sê pêşeng û şoreşgerên Kurd hat şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gerîlayên PKK’ê mil bi milê pêşmergeyan li dijî çeteyên DAIŞ parastina Başûrê Kurdistanê kirin. Di daxuyaniya hevpar ya çalakvanan de hat destnîşankirin ku ger fikrek hebe dawî li dagirkeriyê bîne, ew jî fikrê Rêber Abdulah Ocalan û PKK’ê ye.
Herî dawî çalakvanan bang li desthilatiya Herêma Kurdistanê jî kirin daku helwesta xwe li dijî biryarê nîşan bidin.