Di pêşnûmeya yasayê de ku ji bo hilbijartinê hate ber Meclîsa Netewî ya Kubayê, tê pêşbînîkirin ku hijmara endamên meclîsê 1 ji 5’an were kêmkirin, her wiha têkilî rêveberiya dewletî jî guherînan di nav xwe de vedihewîne.
Li gorî pêşnûmeya ku Tîrmehê wê were dengdan, Serokkomar ji bo 5 salan wê ji hêla endamên Meclîsa Netewî ve were hilbijartin. Serokwezîr jî ji hêla Serokkomar ve wê were pêşniyarkirin û li Meclîsa Netewî wê were dengdan.
Li Kubayê, ji şoreşa 1959’an û vir ve lîderê şoreşê Fîel Castro peywira serokwezîrtiyê heta 1976’an domandibû. Bi guherîna 1976’an peywirên serokwezîrtî û serokkomariyê hatibû rakirin, Meclîsa Netewî hem weke organa yasadanînê û hem jî ya rêveberiyê hatibû qebûlkirin. Rayedarên Meclîsê salê du caran komî ser hev dibin, demên din, dewlet ji hêla Konseya Dewletê ve tê rêvebirin ku konsey ji 21 kesan pêk tê.
Di qanûna nû de Konseya Dewletê ji 21 kesan wê bibe 31 kes. Heke pêşnûme qebûl bike modêla rêveberiyê 2024’an wê sazkar bie.