Li Kuweytê hikumeta berê di meha Çileyê de îstîfa kir. Hikûmet tenê sê mehan li ser hikum ma.
Hat ragihandin ku li Kuweytê hikûmeta nû hatiye avakirin.
Hikûmetê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku mîrê Kuweytê biryara avakirina hikûmeta nû weşandiye.
Şêx Ehmed Newaf el-Ehmmed el-Sabahê kurê Emîrê Kuweytê wê serokatiya hikûmetê bike. Di hikûmeta nû de Wezîrê Derve Salem El Sabah û Wezîrê Petrolê Bader El Mulla weke hikûmeta berê li ser erka xwe man. Di hikûmetê 14 wezîr hene û bi tenê du jin di nav hikumetê de cih digirin. Ev jî ji bo Wezaretên Karûbarên Civakî hatine tayînkirin.
Di meha Adarê de, Dadgeha Destûra Bingehîn hilbijartinên qanûnî yên sala borî yên ku ji aliyê muxalefetê bi ser ketibûn betal kir û xwestibû bila vegerin ser meclîsa zagonsaziyê ya berê.
Berevajî dewletên din ên Kendavê, Kuweyt xwedî jiyaneke siyasî ya dînamîk e. Di salên dawî de, parlementer rêveberiyê rexne dikin. Tevî vê yekê jî, piraniya desthilatdariyê di destê malbata El-Sbaah de ye. Wezaretên bingehîn bi awayekî sîstematîk radestî vê malbatê tên kirin.
Bêîstiqrariya siyasî ya van salên dawî li Kuweytê rê li ber reformên vî welatî girtiye, ku her çend dewlemend be jî, nikare aboriya xwe cihêreng bike. Welatên cîran Erebîstana Siûdî, Kata û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ji bo cihêrengkirina aboriya xwe gav avêtibûn.