Li gorî hêzên ewlekariya peravê ya Îtalyayê, dema ku keştî noqî binê avê bû derdora 50 koçber tê de bûn. Hate ragihandin ku 22 ji wan hatin rizgarkirin, lê belê 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 25 koçber jî winda bûn.

Hate ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş û panîka koçberên di keştiyê de keştî noqî binê avê bûye.

Yekîneyên ewlekariya peravê lêgerîna xwe ya ji bo rizgarkirinê ji hewa û deryayê didomînin.