Rojnameya Le Monde Diplomatique mehane bi gelek zimanan tê weşandin. Li rojnameya bi zimanê Îtalî banga ‘Dema wê ye; Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re’ hate weşandin.
Îlana ku ji aliyê Komîteya “Dema wê ye, azadî ji bo Ocalan”, Tevna Komîteyên Dost ên Kurdistan Îtalya û Buroya Enformasyonê ya Îtalya Kurdistan ve hate amadekirin bi sernavê “Dema wê ye, azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re” hate weşandin.
Di îlanê de hate ragihandin ku rwş li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji kontrolê derketiye û wiha hate gotin:
“Divê civaka navneteweyî tavilê bikeve nava liv û tevgerê, dawî li tundî û rijandina xwînê bîne.
Ji gelê Kurd bêhtir kesî ji vê tundiyê zor û zehmetî nedîtiye.
Tevî ku li qada şer li dijî DAÎŞ’ê lehengî kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civakeke nû ava kirin û di şer de gelek caran ji bo çareseriya aştiyane bang kirin; dema ku bûn hedefa êrişê û hatin qetilkirin, dema ku hêzên Tirk û hevalbendên wê ji bo paqijiya etnîkî êrişî wan kirin, dinyayê tenê li wan temaşe kir.
Di navbera salên 2013 û 2015’an de di navbera hikumeta Tirk û lîderê siyasî yê Kurd ê girtî de hevdîtinên ji bo aştiyê pêk hatin.
Lê belê Serokwezîr Erdogan ji nişka ve ji dora maseyê rabû û li atmosfereke tundiyê ya bi xwîn vegeriya. Dem hatiye ku dawî li van hemûyan bê anîn.
Dem dema pêvajoyeke nû ya aştiyê ye.
Abdullah Ocalan zêdeyî 20 sal in di nava rewşeke li dijî mirovahiyê de tê hiştin. Dem hatiye ku dawî li vê tecrîdê bê anîn, ji bo jinûve pêkanîna aştiyê dem hatiye ku firsend jê re bê dayin ku bi rola xwe rabe.
Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ bang li siyasetmedar, civaka sivîl û civaka navneteweyî dike ku bêyî dereng bibe bikevin nava liv û tevgerê.
Ji bo deriyên aştiyê bên vekirin ji bo piştgiriya ji banga me re tevlî kampanyayê bibin.
– Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe!
– Lîderê siyasî yê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan azad bibe!
– Divê zilma siyasî ya li dijî muxalîfan bi dawî bibe, girtiyên siyasî hemû bên berdan!
– Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê bi dawî bibin!
– Bi tevlîbûna xurt a hêzên navneteweyî pêvajoyeke nû ya aştiyê bê destpêkirin!”