Projeya Îxwanî Mislim (Birayên Misilman) ku dewleta Tirk ji bo polîtîkaya xwe ya neo-Osmanî li Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur weke doqik bi kar tîne derbê nabîne.

Di wê pêvajoyê de ku 2010’an dest pê kir û bi navê Bihara Ereb hate binavkirin Îxwan ku di serî de li Misrê û Sûriyeyê derb xwar, niha jî li Libyayê li ber veqetandeka rê ye.

Qelşa di navbeyna Serokê Hikumeta Mutabaqata Neteweyî Fayiz el-Serrac ku piranî ji Îxwaniyan pêk tê û dewleta Tirk li Libyayê destekê didiyê û Wezîrê Karê Hundir Fethî Başaga de mezin dibe.

Başaga ku yek ji giregirê Îxwan e dema ku li Enqerê bû bi biryara desteya wezîran ji peywirê hate standin.

DARBEYA ÎXWAN E?

Ji bo ji peywirstandina Başaga bi sedema ‘destwerdana kêm’ a li çalakiyên li Trûblasê hate nîşandan, ku ji 23’ê Tebaxê ve li Trablûsê dibin. Lê pişt perde pir cihê ye.

Li gorî agahiyan Başaga ji mêj ve ye ku bi îstîxbarata Tirk ve bi têkiliyeke germ e, li derî polîtîkayên hikumetê daxuyanî dida û hewl dida ku endamên Îxwan li nav karê navxwe çalak bike.

Çapemeniya Ereb pir li ser sekinînin ku Başaga bi bikaranîna xwepêşandanên dijî hikûmetê, bi hevkariya bi Îxwan xwe ji bo ‘darbe’yê hazir dikir û Serrac jî ew ji peywirê girtiye û wiha bersiv daye.

SERDANA AKAR Û VEXWENDINA FRANSAYÊ

Li ser qelşa bi nava Hikumeta Mutabaqata Neteweyî gelek şîrove hatin kirin. Berî û piştî agirbesta 23’ê Tebaxê ya di navbeyna Serrac û Serokê Meclîsa Nûneran a Libyayê Akîle Salih de hin gavên ku hatin avêtin bal kişandin.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulîsî Akar û Wezîrê Parastinê yê Qatarê Halid bin Muhammed el-Atiyey beriya agirbestê çûne Libyayê û li balafirgehê Fethî Başaga ew pêşwazî kirin.

Piştî agirbestê ku Hikumeta Mutabaqata Neteweyî û Artêşa Neteweyî ya Libyayê agirbest li gorî xwe şîrove kiribû û hema di pey vê re Fransayê Serrac vexwendibû.

SERRAC BAŞAGA JI PEYWIRÊ STANDIBÛ

Dema çalakiyên dijî Hikumeta Mutabaqata Neteweyî yên li Trablûsê Başaga li Tirkiyê bû û hê venegeriyayî Serrac ew ji peywirê stand.

Ji Tirkmenên li Trablûsê Fayiz el Sarrac bêhtir bi nasnameya siyasî derdikeve pêş, Başaga ku ji Tirkmenên Misrata ye, bi Îxwan û komên çete yên ku li dora xwe kom dike tê zanîn.

Qelşa li nava Hikumeta Mutabaqata Neteweyî û agirbesta li hemanekê ya Libyayê pisporên Ereb nirxandin.

Pisporan gotin Sarrac ji hêla siyasî ve, Başaga jî ji hêla leşkerî ve xurt e, dewleta Tirk heta ku eniya Îxwan bi ser hev de bîne agirbest wê were domandin.

DI NAVA HIKUMETA MUTABAQATA NETEWEYÎ DE NAKOKIYA NAVBERA SERRAC Û BAŞAGA

Endamê Navenda Lêkolînên Ereb a Qahîreyê Hanî Suleyman diyar kir ku bûyerên dawî yên li Lîbyayê diqewimin nîşan didin ku di nava Hikumeta Mutabaqata Neteweyî de pirsgirêkên cidî hene û destnîşan kir, di navbera Başaga û Serrac de krîz û nakokiyeke kûr heye.

Pisporê Lîbyayê Dr. Mixtar Cedal jî anî ziman ku nakokiya navbera Serrac û Başaga piştî agirbestê dest pê nekiriye, berê jî nakokî di navbera herduyan de hebû.

PÊŞWAZÎKIRINA AKAR JI ALIYÊ BAŞAGA VE Û SERDANA TIRKIYEYÊ

Suleyman diyar kir ku Sarrac tevî komên xwe, her wiha xwedî hêzên taybet û îstîxbaratê ye û got, Fethî Başaga jî xwe dispêre çeteyên li Mîsratayê û dewleta Tirk û bi vî rengî tevdigere.

Suleyman got, “Serdana Fethî Başaga ya li Tirkiyeyê, hevdîtina bi Hûlûsî Akar re, nîşaneyên girîng ên li ser piştgiriya jê re tê dayin e. Serrac ev yek dît û ji bo xwe weke metirsiyê fêhm kir.”

BIJARKÊN LI PÊŞIYA HIKUMETA MUTABAQATA NETEWEYÎ

Hanî Suleyman bal kişand ser çalakiyên li Trablûsê jî û anî ziman ku Serrac dixwest çalakiyan bitepisîne, lê belê Başaga dest lê wernedida û bi vî rengî dixwest piştgiriyê ji gel werbigire û vê yekê weke firsendekê bi kar bîne.

Hanî Suleyman rewşa dawî bi vî rengî nirxand: “Eger şer bidome dibe ku cihêbûneke bêhtir mezin pêk were. Di rewşa heyî de li pêşiya Hikumeta Mutabaqata Neteweyî du rê hene: ji bo parçe nebe li hev bike û vê krîzê binixumîne. Lê di heman demê de bêbaweriya wan a ji hev wê dewam bike. Rêya din jî tasfiyekirina Fethî Başaga ye. Ne diyar e ku ev yek wê çiqasî serketî be. Ji ber ku li pişt Başaga dewleta Tirk heye.”

ALIYÊN XURT Û QELS ÊN SERRAC Û BAŞAGA

Dr. Mixtar Cedal diyar kir ku aliyên xurt û ên qels ên Serrac û Başaga hene û got, “Başaga xurtir e. Ji Emerîka, Îngilistan û dewleta Tirk piştgiriyê werdigire. Her wiha ji aliyê Qeterê ve tê fînansekirin. Mînak; hevsera wî hîn jî li Îngilistanê dimîne. Serrac xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye. Ev amûreke gelekî xurt e. Pêwendiyên wî jî li gel Ewropayê yên gelekî xurt hene.”

‘AGIRBEST HETA KU HIKUMETA MUTABAQATA NETEWEYÎ XWE KOMÎ SER HEV BIKE, DIBE KU BIDOME’

Hanî Suleyman biryara agirbestê ya navbera Hikumeta Mutabaqata Neteweyî û Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê nirxand û bi bîr xist, ku her du alî bi guman nêzî agirbestê dibin û nediyar e ku kengî xera bibe.

Hanî Suleyman got, “Bandora Misrê li ser ragihandina agirbestê mezin e, ku Misrê xeta sor ragihandibû. Her kes neçar ma ku hesabên xwe ji nû ve binirxînin. Hêzên navneteweyî neçar man ku dest li rewşê werdin” û wiha dewam kir: “Tirk dibêjin, heta ku eniya Hikumeta Mutabaqata Neteweyî xwe komî ser hev bike, dibe ku agirbest bidome.”

‘SERÊ ÎXWANIYAN LI TIRKIYEYÊ YE, TERIYA WAN LI LÎBYAYÊ YE’

Dr. Mixtar Cedal agirbest bi gotina “Agirbesteke riziyayî û nediyar e ku kengî xera bibe” pênase kir û got, “Fikir û îdeolojiya Îxwaniyan derxistina kaosê û bicihanîna armancên xwe ye. Mînak; serê wan niha li Tirkiyeyê ye, lê teriya wan li Lîbyayê ye. Ji ber vê yekê heta ku pirsgirêkên navxweyî çareser nebe ne bawerim ku agirbest xera bibe.”