Li 23 tax û gundikên ser bi navçeyên Lice, Hezro û Karazê derketina derve hat qedexekirin.

Hate ragihandin ku li 13 gund û mezrayên navçeya Licê, li gundek navçeya Karazê û li 9 gund û mezrayên navçeya Hezroyê yên Amedê qedexeya derketina derve ji hêla walitiya dagriker a Amedê ve hatiye ragihandin. Qedexeyê ji saet 06.00’an ve dest pê û heta neyê ragihandin wê bidome.

Hat ragihandin ku bi destpêkirina qedexeya derketina derve re eskeran dest bi operasyonê kiriye.