Ji 12 kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li navenda navçeya Licê û gundên wê hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin.

Li navçeya Licê ya Amedê û gundên wê polîs û leşkerên Tirk beriya 3 rojan avêtibûn ser malan û 12 kes destgîr kiribûn.

Dadgeriya Ceza ya Sûlhê 8 kes bi îdîaya “endametiya rêxistinê û alîkariya bi rêxistinê re” girt û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî berda.