Li Kibrisê, bajarê Lîmasolê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi meş û mîtîngekê hatin şermezar kirin.

Kurdistaniyên li ber Navenda Çanda Kurd ya Teofilosê kom bûn, heta bi ber Şaredariya Limasolê meşiyan.

Girse di meşê de belavok hatin bela kirin.

Di mitinga li ber avaniya şaredariyê de jî, axaftin hatin kirin û daxuyaniya bi zimanê Îngilîzî hat xwendin.

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.