Li Londonê organîzasyona ‘Women Strike’ (Greva Jinan) ku gelek rêxistinên jinan di nav de cih digirin, civiya û berxwedana grevên birçîbûnê nîqaş kir. 

Rêxistinên jinan, li Navenda Civaka Kurd a Haringeyê li hev civiyan. 

Rêveberên organîzasyona bi navê Women Strike ku sazî û jinên ji gelên cuda pêk tê, bi jinên Kurd re li hev civiyan û tecrûbeyên hevpar ên têkoşînê nîqaş kirin.

Nûnerên jinên Kurd diyar kirin ku li ser hevparbûna têkoşîn û berxwdanê nîqaş kirine. 

Piştî civîna jinan, bi tevlîbûna Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne, bi sernavê ‘Grevên birçîbûnê û divê çi bê kirin’ civînek hat lidarxistin. 

Di civînê de berxwedêrê greva birçîbûnê Alî Poyraz axivî û armanca xwe ya çalakiyê vegot. Alî Poyraz diyar kir ku hem pêşengiya jinê ya vê berxwedanê, hem jî piştgiriya jinan a berxwedanê watedar e. 

FILISTÎNIYAN PEYAMA PIŞTGIRIYÊ DAN

Komalaya Addamer ku ji sala 1992’an ve bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên Filistînî dixebite peyamek ji civînê re şand û piştgiriya xwe ya bi berxwedanê re nîşan da.

Piştî axaftinan di beşa duyem a civînê de mijara ‘Divê çi bê kirin’ hate nirxandin û çalakiyên hevpar hatin plankirin.