Bi armanca bal kişandina li ser berxwedaniya grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin li Londrayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de Serdana Partiya Mûhafazakar a Îngilîz hate kirin.
Di çalakiyê de heyet bi rayedarên partiyê re civiyan û jinên ku dixwestin bikevin avahiyê hatin astengkirin. Piştre jinan li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê dan destpê kirin.
Jinan ketin û derketina avahiyê girt û ragihandin ku heta daxwazên wan neyê guhdar kirin wê çalakiyê bidomînin û dirûşme berz kirin.
Di çalakiyê de dosyayek pêşkêşî rayedarên partiyê hate kirin û girse piştre ber bi parlamentoyê ve meşiyan.
MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê komeke ciwanan li îstasyona trenê ya Marsîlayayê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxist.
Şevê din bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balkişandina li ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê ciwan bi gara trenê kombûn û bi dirûşmeyan meşiyan.
Di çalakiyê de bi dehan belavok jî hatin belav kirin û axaftin hatin kirin.
Ciwan piştre ber bi navenda Marsîlyayê ve meşiyan. Ciwanan banga tevlîbûna meşa ku roja Yekşemê (Sibê) saet 14:00’an li qada Canebîere were lidarxistin kirin û çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.







