Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan li avahiya Rêxistina Efûyê ya Londrayê çalakiya bêîtaetiya sivîl hatibû destpêkirin. Li avahiya ku kanalên televîzyonê hene jî çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin.

Êvara Çarşemê komek çalakger ketin avahiya ku studyoya kanalên Itv, Itn û Chanel 4’ê lê hene û diyar kirin heta ku ew bi rayedaran de necivin wê ji avahiyê dernekevin. Di çalakiyê de bêdengiya çapemeniya Îngîltereyê hate şermezarkirin.

Dema ku çalakî didomiya, gelek polîs hatin avahiyê û çalakgeran diyar kirin heta ku ew bi gerînendeyên nûçeyan re hevdîtinekê nekin wê ji avahiyê dernekevin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londrayê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, ev çalakî jî didome. Bi şev bi sedan kes hatin serdana çalakgeran û diyar kirin heta ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyekê nedin wê dev ji çalakiyên xwe bernedin.

Hevdîtinên bi rayedarên Rêxistina Efûyê û li derveyî avahiyê jî çalakiyên protestoyê didome.