Li gorî saziya Agahiyên Neteweyî di roja Çarşemê de di şer de 226 kes birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê jî li ser twîtterê daxuyanî dan û diyar kirin ku yek jê bi giranî 9 birîndarên wan hene.

Roja Çarşemê jî şer piştî nîvro dest pê kir. Çalakgeran molotofkokteyl avêtin hêzên ewlekariyê û hêzên dewletê jî gaza îsotê avête çalakgeran. Çalakger piştre ketin avahiya walîtiyê.

Li gorî rêxistina Xaça Sor a Lubnanê roja Sêşemê bi şev 45 kes û roja Duşemê jî 30 kes birîndar bûbûn.

Li Beyrûdê jî ya ku paytext e çalakgeran li pêşiya dîwarê di navbera Qada Rîad El Sulh û parlementoyê agir bi tekeran xistin.

Bajarê Trablûsşamê yê li bakurê welat yek ji bajarê herî hejar ê Lubnanê ye. Bi şewba koronavîrusê re ev rewş girantir bû.

Li Lubnanê krîzeke giran a ekonomîk heye. Nîvê welat hejar in. Tê diyarkirin ku vê krîza niha ya ekonomîk piştî bidawîbûna şerê navxweyî ya di navbera salên 1967-1990’î de krîza herî giran e.