Serokwezîr Mîchel Aûn li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku li ser daxwaza Serokwezîr Saad Harîrî wan nîqaşên parlementoyê taloqî 19’ê Kanûnê kirine.
Ji ber bertek û nerazîbûnên tevgerên gel Harîrî di 29’ê Cotmehê de neçar mabû ku îstîfa bike.
Divê parlementoyê di 9’ê Kanûnê de serokwezîrê nû hilbijarta lê ji ber partiyan li ser serokwezîriya Harîrî li hev nekirin û ji ber bertekên gel, ev nîqaş bi qasî hefteyekê hatibû taloqkirin.
Xwepêşander dixwazin ku bila çîna siyasî were guherandin û hikumeta nû ji teknokrat û serxwebûnparêzan pêk were.
Di rojên Şemî û Yekşemê de jî polîsan êrîşî gel kiribû û bi dehan kes birîndar bûbûn. Çalakiyên li Lubnanê ji 17’ê Cotmehê û vir ve didome.