Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş birin ser rêya navneteweyî ya M-4 û şervanên QSD’ê bersiv dan êrişan. Di encamê de dagirkerek hate kuştin. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan doh bi şev ji herêma Dibis a girêdayî navçeya Eyn Îsa û ji gundên derdore wê xwest êrişî rêya M4 a navneteweyî bikin. Şervanên QSD’ê bersiv da û herî kêm çeteyek hat kuştin.
Li M-4 dagirkerek hate kuştin
