Li Kolana Toledo ya li navenda Madrîdê di avahiyekê de teqînek çêbû. Teqîn îro piştî nîvro çêbû, tê diyarkirin ku di teqînê de gelek birîndar hene.
Hate diyarkirin ku bêtir kal û pîr di vê avahiyê de dijîn û ev avahî aîdî dêrekê ye.
Tê diyarkirin dibe ku ji ber gazê ev teqîn çêbûye lê hê jî derbarê sedema teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.