Baranên zêde yên dawiya heftiyê barîn bû sedema lehiyê. Rêya di navbera gelek gund û bajaran hema bêje qut bû. Li gorî bîlançoya fermî ji roja Şemiyê heya niha 51 hezar kes ji qada felaketê hatin dûrxistin. Tenê li eyaleta Pahang a dikeve rojhilatê welat 32 hezar kes hatin derxistin.

Eyaleta herî dewlemend û qerebalix a Selangor ya dora paytext Kûala Lûmpûr digire piranî di dema barananan de herî kêm bandor dibû lê vê carê ji lehiyê pir giran bandor bû.

Li gorî rojnameya The Star di encama lehiya hatî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku dibe hejmara miriyan zêdetir jî bibe.

Serokwezîr Îsmaîl Sabrî Yaakob diyar kir ku li eyaleta Selangorê nêzî mehekê ye ku baran dibare û bi deh hezaran leşker û endamên ekîbên rizgarker xistiye nav liv û tevgerê.

Barîna baranan îro sekinî, encax li pey xwe xirbeyek mezin hişt. Li Malezyayê di lehiyên ku her salê di dema baranan de radibin de vê carê zirareke mezin ê madî çêbûye. Tê diyarkirin ku rola germbûna zêde ya gerdûnî di felaketa lehiyan de heye.