Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin.

Jinan posterên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven vekirin, dengê xwe bi bantê girê dan û CPT û Konseya Ewropa şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser berxwedana greva birçîbûnê dowîz hatin hildan û belavok hatin belavkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan ve hate organîzekirin û doh êvarê saet 17:00 li Paradaplatzê pêk hat.