Newroz li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê bi coş hate pîrozkirin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan saet di 17:00 de li Neû Messplatzê Newroz hate pîrozkirin.

Di şexsê fermandarê ARGK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin, piştre govend hate gerandin.

Di pîrozbahiyê de Koma Sînan, Hozan Hejar û Seyda Perînçek derketin ser dikê.

Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî axivî.

Sariyildiz tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li ser HDP’ê şermezar kir.

Di pîrozbahiyê de aktîvîst û endamên Dîe Lînke, MLPD, ADDK, Yekîtiya Hêzê ya Yekbûyî, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Mannheîm, Tevgera Goran û FEDA tevlî bûn, peyam dan.

Pîrozbahî saet di 21:00 de bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.