Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji 1’ê Mijdarê ve çalakiya daliqandina afîşan tê lidarxistin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, çalakiyên daliqandina afîşan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 10’emîn de li taxa Nord û sê deverên li navenda bajêr pêk hatin.
Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û komek anarşîstan afîş û pankart daliqandin.
TCŞ’ê diyar kir ku ev çalakiyên wan bê neqedin û got, “Ji bo azadiya Rêber Apo ciwanên Kurd wê timî li qadan bin.” TCŞ’ê bang li ciwanên Kurd hemûyan kir ku li dora Rêberê Gelê Kurd bicivin.



