Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermzarkirin.

Ciwan li taxa Aîx a Marsîlyayê li hev kom bûn û bi pankartên ji wêneyên zarokên ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan, alên YPG û YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan çalakî kirin.

Di çalakiyê de ku tim û tim dirûşm hatin qîrîn her wiha der barê mijarê belavok hatin belavkirin. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.