Li bajarê Marsîlya ê Fransa ciwanên Kurd bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidarxist. Çalakî li Îstasyona Marsîlya hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ji sala 2016’an ve agahî ji Ocalan nayê girtin û bi domdarî wiha hate gotin; “Mafê hevdîtinê yê parêzer û malbatê tên redkirin. Em weke Ciwanên Azad em ê li her derê Ewropa çalakiyan li dar bixin.” 

Piştî çalakiya li Îstasyonê ciwanan ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Çalakî bi banga beşdarbûna çalakiya ku wê sibê were lidarxistin  bi dawî bû.