Li eyaleta Jalisco ya li Meksîkayê, wesayitek ku ber bi San Juan de Los Lagos ve diçû, li nêzî komuna Lagos de Morenoyê qelibî.
Li gorî rayedarên xwecihî, di bûyerê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Cochabamba ya Bolîvyayê jî otobusek wergeriya geliyê ji 400 metreyî. Di encama qezayê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
Midûrê Ragihandinê yê Cochabambayê Rensso Elwis Mercado diyar kir ku li ser sedemên qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rayedaran agahî nedan ku di otobusê de çend kes hebûn. Mercado diyar kir ku ajokar bi birîndarî rizgar bûye.
Li gorî daneyên fermî yên dawî sala 2020’î di qezayên trafîkê yên li Bolîvyayê de 1096 kes mirin, 10 hezar û 313 kes jî birîndar bûn.