Sazkarê rêxistina civaka sivîl Santiago Roel ê Semáforo Delictivo ku li ser Ewlehiya Cemawerî lêkolînan dike derbirand, “Sala borî gelek xirab bû lê belê îsal sala herî xirab e.”
Li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir di navbera mehên Çile û Hezîrana 2018’an de bi giştî 15 hezar 973 hatin kuştin. Sala borî di heman heyamê de 13 hezar 503 kes hatibûn kuştin. Di daneyên wezaretê de nayê gotin ka ev kuştin çiqas bi komên çete yên organîze re têkildar in.
Lê belê li gorî lêkolînên rêxistina Semáforo Delictivo ji 16 hezar 241 kesên hatin kuştin nêzikî 11 hezar 241 kes ji hêla kujerên bazirganên tiryakê ve hatine kuştin.
Sazkarê rêxistinê Roel da zanîn ku li gorî sala borî ya heman heyamê kuştinên bi tiryakê re têkildar ji sedî 28 zêde bûne û ev jî rekoreke dîrokî ye. Di nîveka sala 2017’an de 8 hezar 791 kes ji ber tiryakê hatibûn kuştin.
Roel, anî ziman ku tevahiya van kuştin û xwînrijandinan ji hêla çete û mafyayên tiryakê ve pêk tên.
Li gorî nêrîna heman rêxistinê, di nava 6 mehên destpêka sala 2018’an de kuştin ji sedî 15 zêde bûne û yên ku rasteras jinê armanc dikin jî ji sedî 11 zêde bûye. Her wiha bûyerên dîlgirtinê jî ji sedî 18 kêm bûne.