Êrîşa çekdarî roja Çarşemê li bajarê Totolapanê yê eyaleta Guerrero pêk hat.

Dozger Milenoio Sandra Luz Valdovinos ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku 18 kes hatine kuştin, 2 kes jî birîndar bûne.

Êrîş li bajarokê Conrado Mendoza di nava rojê de qewimî, ku nifûsa vê herêmê 4 hezar û 300 kes e. Li gorî agahiyan, şaredarê çepgir û bavê wî yê beriya çend salan şaredarî kiribû, di êrîşê de hatine kuştin.

Li gorî medya Meksîkayê li pişt vê êrîşê bazirganên narkotîkê yên eyaleta Jalisco hene.

Li gorî organîzasyona bi navê Etelekt jî li Meksîkayê ji sala 2000’î û vir ve 94 şaredar hatin kuştin. Li vî welatê ku di nava çirava tundiya ji ber narkotîkê de ye ji sala 2006’an û vir ve 340 hezar kes hatin kuştin.