Li gorî daxuyaniya buroya serdozgeriyê li bajarê Las Tînajas ê li eyaleta Mîchoacanê, li saloneke pîrozbahiyê êrişa çekdarî hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 16 ji wan mêr e, 3 jî jin e. Hate ragihandin ku hemû jî bi çekê hatine kuştin û li bedena wan şopa fîşekan hene.
Gelek kes jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.
Eyaletên Mîchaocan û Gûannajûato bi şerê navbera çeteyên narkotîkê timî dikevin rojevê.
Li Meksîkayê li gorî daneyên fermî ji sala 2006’an û vir ve 340 hezar kes hatine kuştin. Her wiha li gorî daneyên Komîsyona Lêkolînan a Neteweyî 95 hezar jî winda ne.