Li Meksîkayê nûçegihanekî dî jî hate kuştin. Ji destpêka vê salê ve li Meksîkayê heta niha 7 nûçegihan hatine kuştn.
Termê Midûrê portala nînternetê ya bi navê Guerrero Al Înstete Rogelîo Barragan di baxaja wesayitekê de hate dîtin. Tê gotin li ser rûyê Barragan birîn hene û her wiha li ser mêjiyê wî jî.
Nûçegihanên Sînorneas diyar kir Barragan ev 6 sal in nûçegihaniyê dike.
Midûrê RSF’ê yê Meskîkayê Balbîna Floser ji AFP’ê re axivî û got, ”Em hewl didin biçespînin ku têkildarî karê xwe hatiye kuştin.”
Nêzî 10 nûçegihanan di malpera Guerrero Al Înstete de dixebitin.