Li eyaleta Veracrûz a Meksîkayê, Şaredara Bajarê Jamapayê Florîsel Rîos ku destpêka hefteyê ji aliyê çekdaran ve ji mala xwe hate revandin, hate kuştin. Polîsan cenazeyê Florîselê li bajarokekî li Medellîn Bravo yê li eyaletê dîtin.
Waliyê Eyaletê Cûîtlahûac Garcîa got, “Ji bo dîtina berpirsyaran me ji Dozgeriya Eyaletê xwest ku lêpirsînê bilezînin. Ji bo ev yek bêceza neyê hiştin û berpirsyar werin dîtin wê lêkolîn bi her awayî û berfirehî bê kirin.”
Li Meksîkayê ji sala 2006’an ve zêdeyî 60 şaredar ji aliyê çeteyên rêxistinbûyî ve hatin kuştin.