Li Mêrdînê ji 13 kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 3 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê de li Mêrdîn, Aydin, Riha û Êlihê di demên cuda de 13 kes hatibûn destgîrkirin.

10 ji 13 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, hatin berdan. 3 kes jî bi daxwaza girtinê radestî Dadgeriya Cza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin.

Dadgeriyê Samî Ozguç, Harûm Bozyîgît û Mazlûm Bozyîgît bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin girtin.

3 kesên hatin girtin şandin girtîgehê.