Leşkerên Tirk li Mêrdînê 5 kes destgîr kirin ku yek ji wan jineke extiyar a 74 salî ye.
Emîne Gevcan (66), kurê wê Hakîm Gevcan (33), Nezîr Dûman (55) û Fihriye Ercan (74) bi hinceta ku lêpirsîn der heqê wan de heye, hatin destgîrkirin.
Ji ber heman lêpirsînê keça Emîne Gevcan Arjîn Gevcan (24) jî li Qoserê ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.