Penaberên wargeha şehîd Rûstem Cudî bi şehiyek a pîrozbhiyê gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş “Bêrîtan Hêvî” bi bîranîn. Di pîrozbahiyê bi hezaran kes amade bûn.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî şahiya bîranîna şehîd Bêrîtan ku hatibû amede kirin, di seat 13:00’an de bi beşdarbûna xwendevanên dibistanan, mamosta û gelê wargehê bi deqeyekê rêzgirtin despêkir.
Di destpêka şahiyê de li ser navê Meclisa Îştar Zeyneb Cudî di despêkê de xêrhatina tevahî xwendevan, mamosta û gelê wargehê kir û wiha axivî; “ Şehîd Bêrîtan ku bi berxwedana xwe ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak û ji bo ku hêza jinê li her derî nîşan bide, heta guleya xwe ya dawî şerkir. Şehîd Bêrîtan li ber xweda, îxanetê ne pejirand û xwe ji zinar avêt û şehîd bû. Emê hertim li ser şopa şehîdên xwe bi meşin.”
Şahiya Bîranîna şehîd Bêrîtan bi stranên Hunermend Bawer Herekol, koma govendê a Şehîd Zîlan, koma mûzikê a Şehid Viyan û stranên hunermend Cemîl Kara bi dawî dawî bû.