Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalya û Rete Kurdistan Îtalya, ragihandin ku ew ê, bi desteka Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê , wê îro, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, li Mîlano meş û mitingekê bikin.

Di daxuyaniye de hate gotin ku, “rejîma otorîter a Erdogan bi dagirkeriyeke berfireh gefê li Rojava dixwe. Erdogan, ji demokrasî ditirse, ji bo vê jî, êrîşî Şoreşa Rojava dike. Şoreşa Rojava, li ser paradîgmaya demokratîk, azadîparêziya zayendî ya bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ava bûye û demokrasiya rasteqîn e.

Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e.

Saziyan navnîşana kombuna girse û despêkirina çalekiyê rêz kirine û û gotin: Siyasetmedara Kurd Hazal Koyûncûer, edîtorê weşanxaneya Pûnto Rûsso Roberto Mapellî û Rojnamevan Gîacomo Sînî û gelek hunermened wê tevlî çalekiyê bibin. Em bang li Kurdistanî û dostên wan dikin ku ji bo li dijî faşîzma dewleta Tirkiyê, bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî tevlî meş û mitingê bibin.