Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Toxar û Catê yên kantona Minbicê bombebaran dike.

Hat zanîn ku herî kêm 20 topên hewanan li gund ketine.

Li herêmê liv û tevgera balafira keşfê didome.

Deweta Tirk a dagirker û çeteyên gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hawnan topbaran dikin.

Di encama topbaranê de 2 zarok jî di nav de hejmareke welatiyên di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne:

Faris Xelef Îbrahîm 13 salî û Meter Fadil Îbrahîm 14 salî.

Li gorî agahiyan birîna Faris giran e.

Topbarana li ser deverên navborî dewam dike.

Di heman demê de balafirên keşfê li ser kantona Efrîn-Şehbayê jî digerin.