Çeteyekî ku li Minbicê amadekariya êrîşa bombeyî dikir, ji aliyê hêzên parastinê yên herêmê ve hate kuştin.
Li Minbicê, çeteyekî amadekariya êrîşa bombeyî dikir û ji ber ku guh neda banga “teslîm bibe” ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer derket. Di şer de çete hate kuştin.
Hate ragihandin, bûyer li ser rêya Mazerliyê qewimî.
Pisporên îmhakirina bombeyan ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bombeya ku çete bi cih kiribû îmha kirin.