Li Minbicê erebeyek teqiya û ajokarê wê jiyana xwe ji dest da

Li Minbicê erebeyek teqiya û ajokarê wê jiyana xwe ji dest da
MINBIC – Îro saet  di 7:30`an de li Çerxerêya El-Sebî Behrant a bajarê Minbicê erebeyek teqiya û ajoarê erebeyê Abdulrehman Îbrahîm El-Mihemed bi giranî birîndar bû. Mihemed ji bo tedawiyê rakirin nexweşaneyeke li Minbicê lê ji ber birînên wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê, cihê bûyerê dorpêç kir û ajokarê erebeyê rakirin nexweşxaneyê. Pîştî lêkolînên destpêkê hate diyarkirin ku teqîn ji ber bombeyekê ku di erebeyê de hatibûn bicihkirin, çêbûye. Di encama wê de welatiyê bi navê Abdulrehman Îbrahîm El-Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Der barê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.

NAVNÎŞANÊN ME