Hate diyarkirin êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku biribû ser gundê El Cat ê bakurê rojhilatê Minbîcê hatiye şikandin.

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrîşî bendên leşkerî yên li gundê El Cat ê li bakurê rojhilatê Minbicê kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş hatiye şikandin. Agahiyên zêdetir hê nehatin eşkerekirin.