Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şaneyeke veşartî ya girêdayî DAIŞ`ê li Minbicê ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev dikir, girt.
MINBIC
Îro Navenda Çapemeniyê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bi daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku ji 5 kesan pêk tê, girt.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê, li Minbicê erka xwe ya girtina şaneyên terorîst bi awayekî serkeftî didin meşandin.
Bi rêya operasyonekê û berdewama girtina şaneyên terorîst ên veşartî, piştî şopandina domdar, ji komên çeteyan re yên ku ji gundê Baxozê derketine û dixwazin aramiyê têk bibin, li ser vî esasî Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê operasyonek li dijî DAIŞ û şaneyên wê pêk anî. Di encamê de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.
Xebata parastina ewehiya di hundirê bajêr de û têkoşîna li dijî şaneyan berdewam e.”
(ekîb)
ANHA