Xeleka xwendina parêznameyên Rêber Apo li gundê Eseliyê yê Minbicê bi pêşengiya Meclisa Bajaroka Farat pêkhat, ji bajarok û gund gelek kes beşdar bûn.

Li gorî agahiyên ajansa Hewarê; di xeleka yekem de, parêznameya 4’an a Rêber Apo hat xwendin, dê parêznameyên 5’an û 6’an jî werin xwendin.

Hevseroka meclisa bajarokê Farat Helîme Cûma got.

Armanca xelekan ewe; fikrên Rêber Apo li nava gel belav bibe, gel sûdê ji ramanên Rêber Apo bigirin û rihê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Hate zanîn wê xelekên xwendinê li hemû bajarok û bajarên Kantona Minbicê pêkbên.