Li bajarê Montpellîer ê Fransayê û li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê tevî dostên xwe li hev kom bûn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Çalakî li meydana Comedîe pêk hat û ji bo berxwedana li Rojava banga xwedîderketinê hate kirin.
OSNABRUCK
Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê dagirkeriya dewleta Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Tevî komên çep û sosyalîst dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn.
