Li Musil li ser çemê Dîcle, keştiyekî geştiyaran bin av bû. Li gorî zanyariyên destpêkê ku 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di çemê Dîcle de ku di Musilê re derbaz dibe, keştiyekî geştiyaran bin av bû û gelek kes bûne qurbanî.
Li gorî zanyariyên destpêkê ji herêmê hatîn girtin, di buyerê de 71 kes xeniqîne, piraniya wan jî zarokin.
Her wiha hat diyar kirin ku tîmên rizgarkirinê heya niha karîne cenazeyên 50 kesan derbixin û lêgerîna li pey cenazeyên kesên din jî berdewam dike.